Doh çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya QSD’ê li gundewarê Dêrazorê kir.
QSD’ê jî bersiva êrişê da û êriş têk bir.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku doh bi şev çekdaran bi çeka RBGˊê êrişî bendekê li bajarokê Ebû Hemam ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.
Navendê da zanîn ku şervanên wan êriş têk bir û got:
“Hêzên me QSDˊê êrişeke terorane ya tirsonak ku çekdaran li dijî bendeke hêzên me ya li bajarokê Ebû Hemam ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî, têk bir.
Çekdaran bi çeka RBG êriş kir, lê şervanên me tavilê bi hêz bersiv da.
Di encamê de êrişkar reviyan û hêzên me bi ser wan de girt, herêm paqij kir, ewlehî û aramî li herêmê vegerand.”
Di dawiya daxuyaniyê de Navenda Ragihandina QSD’ê soz da ku ew ê li hember gefên li dijî ewlehî û aştiya sivîlan di bersivdanê de dudilî nabin.



