HPG’ê bi daxuyaniyekê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê anî ziman ku şehîd Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû ku gelekî bi wêrek û bêtirs bû û got:
”Hevrê Cemşîd bi fîzîkî di nava me de nebe jî mîrate û bîranîna wî li deşt û çiyayên Kurdistanê, li nava dilê me wê timî hebe”.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê gerîla Cemşîd Elî Esker bi bîr anî.
HPG’ê da zanîn ku endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker 14’ê Nîsana 2018’an li qada Glîdaxê ya Serhedê şehîd bû.
HPG’ê behsa têkoşîn û jiyana şehîd Cemşîd kir û got:
Hevrê Cemşîd weke bi hezaran hevrêyên me ku li hemberî komploya navneteweyî bedena xwe kirin çeper, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala 1999’an tevlî nava refên PKK’ê bû.
Li ser xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî xwe şareza kir û heta fermandariya tîm, taxim, herêm û eyaletê bilind bû.
Ji ber pratîka xwe ya serketî, gerîlatiya xwe ya bi hostatî, sekna xwe ya fermandariya mînak û milîtaniya xwe ya şareza, her tim bi wezîfeyên mezin rabû.
Hevrê Cemşîd fermandarekî me yê dilnizm, xwîngerm û li refên herî pêş ên têkoşînê bû.
Bi kesayetiya xwe dilpak û sekna xwe ya li nava jiyanê fedaiyekî Apoyî yê esîl bû ku hînî me kir ku divê em çawa bijîn û têkoşîneke çawa ya şoreşgerî bimeşînin.
Ji roja ku tevlî bû heta bi roja şehadetê 20 salan bêrawestandin meşiya, ji sekna xwe ti carî tawîz neda, ji armanca xwe dûr neket, timî bi tempoyeke bilind pratîk kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Ciwanên leheng ên gelê Kurd wê bidin ser şopa Cemşîdan, têkoşîna wî mezin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin ku armanca herî mezin a hevrê Cemşîd bû.
Di dawiyê de HPG’ê ji malbata hêja ya hevrê Cemşîd re sersaxiyê xwest û soza xwe ya dilsozî û serketinê ya dane şehîdên xwe yên ezîz dubare kir.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Cemşîd Elî Esker
Nav paşnav: Sûltan Mahmût
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Razde-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Nîsana 2018 / Serhed



