Mamosteya dibistana seretayî Furug Xusrevî ya li bajarê Behbahan ê eyaleta Xozistanê ya Îranê bi îdîaya propagandaya li dijî dewletê û heqareta li ol, bi 15 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Biryara derbarê Furug Xusrevî de hatî dayîn, ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşa Behbahan ve hat eşkerekirin.
Li gorî madeya 134’an a zagona cezaya Îslama Îranê, cezayê herî giran ku 5 sal cezayê girtîgehê ye, dê were pêkanîn.
Rûniştina doza ku Furug Xusrevî jê dihat darizandin, di 2’yê Mijdarê de pêk hat, biryar di 3’yê Mijdarê de ji Xusrevî re hat ragihandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê di Cotmehê de 48 kes hatin binçavkirin, 22 kes hatin girtin
Rêxistina Mafê Mirovan a Hana bi raporekê ragihand ku di meha Cotmehê de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 48 welatî û çalakvanên Kurd bêyî fermana dadwer, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
Di raporê de hate gotin, 25 sal bi ser 22 kesan de hate birîn û 11 ji wan ji bo pêkanîna cezayê wan şandine girtîgehê.



