Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir cezayên aborî yên li ser Sûriyê radibin û ew razemeniyên sektorên taybet ji bo Sûriyê teşwîq dikin.
Di mijara Qibrisê de jî Erdogan dibêje, “Qibris jî li lîsteya listikên hêzên navnetewî ya li ser herêmê hatiye zêdekirin.”
Erdogan diyar kir entegrasyona Sûriyê ya li aboriya herêmê wê tevkariyeke şênber li Sûriyê û herêmê bike û got,
“Yek ji lingên wê yên herî girîng jî projeyên veguhestinê ne. Girîng e ku em li ser mijara pêkanîna wê bixebitin.
Cezayên ku li pêşiya geşkirina aboriya Sûriyê asteng in, bi hewldanên me jî radibin. Em razemeniyên sektorên taybet ji bo Sûriyê teşwîq dikin û em bernameya piştgiriyê ya taybet didin destpêkirin. Daxwaza pêşîn ew e ku Sûriye ji nû ve rabe ser pêyan û vegere rojên berê.”
“Li lîstika nû ya li herêmê tê xwestin qibrisê jî lîstê zêde bikin”
Erdogan derbarê buyerên li Qibrisê de jî dibêje,
“Li lîstika nû ya emperyalîst ku li herêma me tê avakirin, tê xwestin Qibris jî li lîstê were zêdekirin. Em îşaretên vê yên xurt digirin.”



