Li Hesekê ji bo gerîlayên HPG’ê Berxwedan Hesekê (Omer Herdan) merasîmek hat lidarxistin. Hate gotin, dilsoziya bi şehîdan re bi şopandina rêya wan ta serxistina armancên wan pêkan e.
Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û malbata şehîd jî di nav de bi sedan şêniyan beşdarî merasîmê bûn. Kon bi wêneyên şehîd Berxwedan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemildanin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hêrs axivî û got: “Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Omer Selah Herdan re dixwazin. Em îro li pêşberî mezinahiya şehîd Berxwedan Hesekê disekinin, lehengê ku tirs û rihetî nas nedikir. Ciwanê xwe da azadiya gelê xwe û rûmeta xaka xwe. Berxwedan yek ji wan kesan bû ku bawerî bi vê yekê anî ku gotin serkeftinê nayîne, lê bi xwînê û fedekariyê tê bidestxistin. Berxwedan dizanî ku rêya azadiyê dirêj û zehmet e, li ser vê yekê bi israr û baweriya bi edaletê dozê meşiya.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Cemîla jî anî ziman ku bi ked û xwîna şehîdan planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala hatin derxistin û got: “Êriş û plan li ser me hatin kirin, lê em teslîm nebûn. Me bi biryardarî û israr berxwedana xwe domand, ji ber şehîdên me li erd û asîman pîroz in. Di dilê me de ne tu carî namirin.”
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.



