8’emîn mihricana Osman Sebrî ya Wêjeyî li bajarê Qamişlo li hola navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya hat lidarxistin.
Di mihricanê de kesên axivîn diyar kirin ku Osman Sebrî bi wêjeyê nasname parast, û îsbat kir ku çand ji jibîrkirinê xurttir e û gotin:
Osman Sebrî di wijdana me de jiyan dike.
Îro em li virin da ku xelatkirina wêjevan û mîrateya wêjeyî biparêzin.
Em vê mîhrîcanê û van çalakiyan ji bo siberoja geş a Rojavayê Kurdistanê li dar dixin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek derbarê jiyana Osman Sebrî û mîhrîcana 1`emîn heya mîhrîcana 8`emîn hate pêşandan.
Di dawiyê de Koma Şanoyê ya Reqayê kurteşanoyek bi navê, “Ez Sûriyeyî me” pêşkêş kir.
Hêjayî gotinê ye ku mihrican heya 5`ê Mijdarê dewam dike.



