Yekîtiya Mamosteyên Kurd cezayê rejîma Îranê li ser mamosteyên Kurd Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî şermezar kir.
Yekîtiya Mamosteyan anî ziman ku cezayê hatî dayîn ne mirovî û der exlaqî ye.
Yekîtiya Mamosteyên Kurd yên li navçeya Hersên ya bi ser bajarê Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina mamosteyên jin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê li mamosteyan hatiye birîn ne mirovî ye, berovajî ruhê azadî û erka çandî ye û got:
“Pêşiya huner û hişyariyê nayê girtin, dengê aştî nikare di bin zextên agir de bê bêdengkirin.”



