Li navçeya Hermel a li başûrê Lubnanê 4 zarok ji ber teqîna guleyekê birîndar bûn.
Li gorî medyaya Lubnanê, li bajarokê Sehlat El Maa yê navçeya Hermelê ya li başûrê Lubnanê, guleyek li nêzî mala kesê bi navê Sadiq Cafer teqiya.
Hate zanîn ku ji malbata Cafer 4 zarok; Mehdî Sadiq Cafer, Mihemed Sadiq Cafer, Emîr Sadeq Cafer û Mehdî Ehmed Cafer birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Der barê sedemên teqînê û rewşa zarokên birîndar de agahî nehatin parvekirin.



