Çavkaniyên xwecihî ji Hemayê ragihand ku kesekî 60 salî ji mezheba Murşidiyê ye, ji aliyê çekdarekî nenas ve hat gulebarankirin.
Li gorî heman çavkaniyan sûc li nêzîkî Pira Avahiya Almanî ya li nêzîkî gundê El Qeter pêk hat.
Dema welatî hatiye gulebarankirin, diçû karê xwe ya “avahîsaziyê” li gundê Dirbalê yê Hemayê.
Di encama gulebaranê de vî welatiyî jiana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku di nava çend mehên borî de, ji ber mezhebî li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyê de sûc zêde bûne.
Heya niha li hember van sûcan sûcdar nayên cezakirin.



