Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi armanca nirxandina xebat û destkeftiyên ku di nava salekê de hatine bidestxistin, civînînek li dar xist.
Di civînê de rewşa rêxistinî û gel, pêşniyarên başkirina beşa xizmetguzarî hatin nirxandin.
Her wiha rapora salane bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Piştre senevizyonek derbarê kar û xebatên ku şaredariyê kirine û destkeftiyên salekê hatin pêkanîn hate pêşandan.
Piştî sînevîzyonê, kesên amade pêşniyarên ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê pêşkêş kirin û gotin:
Divê di navbera şaredarî, sazî, meclisên taxan û hêzên ewlehiyê de hevkarî zêde bibe û serdanên komîteyên wê zêde bibin da ku xebateke bibandor were kirin.
Sîstema navxweyî li gorî daxwazên herêmî û pêdiviyên berdest ji nû ve were sazkirin.



