Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê, bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî, peydakirina pêdiviyên şêniyan, û peydakirina derferên kar, “Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê” hat ava kirin.
Ev sendoq rasterast bi komîteyê ve girêdayî ye û navenda wê li avahiya Mala Hikumetê ya Siwêdayê ye.
Pereyên sendoqê li gorî sîstema jimarkarî, di bin çavdêriya darayî ya aliyê serbixwe ku komîte tayîn dike tên bikaranîn.
Tê payîn perspektîvên pêkanînê di nava 10 rojan de derkevin.
Ev ragihandina avakirina sendoqê, di çarçoveya hewlên berdewam ên bipêşxistina aramiya civakî û aborî li Siwêdayê de pêk tê.



