Di roja 2ˊyemîn a Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî de semînera “Rexneya Şanoyê” hate dayîn, beşdaran destnîşan kir ku dê asta qada şanoyê bi piştgiriya şanogeran û rexnegiriya şanoyê xurttir bibe.
Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn ya ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye orgenîzekirin, di roja xwe ya 2ˊyemîn de li hola Navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) a li bajarê Qamişlo berdewan dike.
Di çarçoveya bernameya roja 2ˊyemîn a mîhrîcanê de, bi sernavê “Rexneya Şanoyê” ji aliyê nivîskar û endamê komîteya amedakar a mîhrîcanê Ebdilmecîd Xelef ve semînerek hate dayîn.
Di semînerê de şanoger, rewşenbîr, nûnerên Rêveberîya Xweser, nivîskar, helbestvan û xwandakarên şanoyê amade bûn.
Ebdilmecîd Xelef diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovan, derd û xebatan şano dikare bibe alîkar û pişgir. Ev yek ne ji bo ku xwe digihîne mafê mirovahîyê, her wiha ne ji ber ku çanda gelan diteyîsîne jî, lê ji ber ku ew nameye digîhîne mirovan û xitabê mejîyên wan dike berîya hestiyariya wan, girîng tê dîtin. Şano weke mirovekê biaqil û rih e, bi şanoyekê xeyal tên avakirin.
Ebdilmecîd Xelef destnîşan kir ku “Guhartinên ku di vê sedsalên dawî de hatine dîtin, hiştin ku rexne û şano derbasî qonaxeke nû bibin, vê jî hişt ku rexneya şanoyê bi pêş bikeve. Tişta ku hişt bi pêş bikeve jî û asoyan berfireh bike jî ew e meteryalên rexneyên nûjen e. Rexneya şanoyê nema tenê li ser mijara şanoyê tê kirin, berê xwe daye dîtin û guhdarkirinê. Ji bo em bigihîjin berhemên baş, divê em dilê xwe ji rexneyê re vekin.”
Ebdilmecîd Xelef da zanîn ku şanoya klasîk a berê navaroka şanoyê ya dramatîk pîroz didîtin û ciheke girîng didanê, weke pêkhateyeke ji bo pêkanîna domandina şanoyê di dîrokê de jî pênase dikirin, lê şanoya nûjen dibîne ku pêkanîna çawaniya pêşkêşiyê anku şekil û cihê ku şano lê tê pêşkêşkirin esastir e.
Ebdilmecîd Xelef bal kişand ser sînografiyê ku ew hunera ku cihê şanoyê, şewq, reng, valahî û tevgerê pêk tê ye, ew e tiştên ku li ser dramaya şanoyê bandorê dikin û bandorê çêdikin. Çi qas têgîneke nû be jî ev hişmendiyeke girêdayî kûrahiyê ye û bandorek xwedî giranî çêdike.
Piştre beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe der barê semînerê de dan û diyar kir ku divê qada şanoyê bêhtir rola xwe bileyîze û tişta wê xurt bike jî balkişandina ser rexneya şanoyê ye. Divê rexnegirê şanoyê xwedî agahiyên wêjeyî bin jî da ku karibe di asteke baş de şanoyan binirxîne. Pêwîst e hetanî danûstendina di navbera girse û şanogeran de jî bê nirxandin.
Roja 2ˊyemîn a mîhrîcanê bi pêşkêşkirina helbestê bi zimanê Kurdî ji aliyê helbestvan Ebdilsemed Mehmûd ve bi dawî bû.
Dê sibe (roja dawî) paneleke bi navê “Rewşa şanoyî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê” were dayîn. Sînevîzyonek danasîna endamên komîteya nirxandinê were pêşkeşkirin û encamên pêşbirka mîhrîcanê bê ragihandin û xelatkirin.



