Rojname û rayedarên Îsraîlî li ser milîsên Îranê li Iraq rojeveke nû dane dest pêkirin.
Rojnameyên Îsraîlî dibêje ku Tehranê çalakiyên xwe bi awayekî berbiçav li Iraqê berfireh kiriye, bi taybetî di warê dabînkirina çekên pêşketî ji bo komên milîsan.
Ajansa nûçeyan a Kan ya Îsraîlî ragihand ku Îranê ji bo amadekariya rûbirûbûnek muhtemel bi Îsraîlê re piştgiriya xwe ya leşkerî ji bo komên milîs li Iraqê zêde kiriye.
Ajansa Kan îdia dike, piştî têkçûnên li pey hev ên mîhwera berxwedanê, Tehran niha bandora xwe ya leşkerî ji Lubnan, Sûriye û Şerîda Xezayê vediguhezîne Iraqê.
Hat ragihand ku Îran piştgiriya xwe ji bo komên milîs li Iraqê zêde kiriye.
Dabînkirina çekên pêşkeftî ji bo van komên milîs û perwerdekirina wan ji hêla Îranê ve wek gefekî ji bo Îsraîlê tê dîtin.
Hin çavkaniyan ji Iraqê diyar kirin Tehran hêzên xwe yên milîs li Iraqê ji bo operasyonên muhtemel ên li dijî Îsraîlê di rewşa pevçûnek nû li herêmê de amade dike.
Ji ber kêmbûna bandora hikûmeta navendî li Bexdayê, bandora milîsên Îranê ji artêşa fermî zêdetire.
Her wiha rayedarên Îsraîlî ragihand ku artêşa Îsraîlê û Mossad xwe ji bo êrîşeke mîna êrîşa 7’ê Cotmehê ya milîsên ku Îran piştgiriyê dide wan li Iraqê amade dikin.
Û diyar kir ku rêbazên sereke yên êrîşê dê avêtina mûşek û dronan be.
Rayedarekî Fermandariya Bakur de, got ku artêşa Îsraîlê û Mossad ji bo êrîşê amadekariyan dikin.
Îsraîl, milîsên Îranê li Iraqê gefek mezin li dijî serweriya xwe dibîne.
Rayedaran destnîşan kir ku Îran binesaziya çekdarî li Iraqê xurt dikin da ku ew bikaribin êrîşên hewayî û bejayî li ser Îsraîlê bikin.
Li aliyek din Rojnameya Jerusalem Post destnîşan kir ku fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Îranê, Îsmaîl Qaanî vê dawiyê serdana Iraqê kiriye û bi fermandarên payebilind ên komên milîs li Iraqê re civiyaye.
Li gorî rayedarên Îsraîlî, rêbaza sereke ya êrîşê ji hêla van milîsê Îranê ve bi îhtîmaleke mezin dê avêtina moşek û dronan ji axa Iraqê be.
Di heman demê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sudanî roja Duşemê got welatê wî pabend e ku hemû çekan bixe bin kontrola hikûmeta Iraqê û got:
“Lê ev yek heya ku Hevpeymaniya Navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li welêt bimîne, dê bi ser nekeve.”
Her wiha serokwezîrê Iraqê got ku îhtîmala ku komên milîs çekên xwe radestî hêzên ewlehiyê bikin heye.



