Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd Goran Qamişlo û şervana Yekîneyên Parastina Jin şehîd Zeyneb Têkoşîn konê sersaxiy
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Goran Qamişlo (Ehmed Şêxmûs) ku 2`yê Mijdarê li Qamişloyê şehîd bûbû û ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zeyneb Têkoşîn (Viyan Xelîl) ku 8’ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bûbû, konê sersaxiyê danî. Kon li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hat danîn.
Konê sersaxiyê bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endam û rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Îslama Demokratîk û şêniyan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Axaftina yekem ji aliyê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhyedîn Mihemed ve hate kirin. Mihemed di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana şehîdan ew anîne van rojan. Ji ber vê jî heta armanca şehîdan pêk were ew ê tekoşînê bidomînin û wiha got: “Li Bendava Tişrînê destanek bêhempa hat nivîsandin. Li ser bendavê gelek şehîd hatin dayîn lê îrade li wir bi bin neket.”
Piştê axaftina Muhyedîn Mihemed li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rûbar a Qamişloyê Kawa Gulo axivî. Kawa Gulo ji bo her du şehîdan sersaxî xwest û diyar kir: “Mîrasa Şehîd Xebat Dêrîk bi berdêlên mezin bi pêş ket. Berxwedana Kobanê ve YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî ye. Ji ber vê gelê Rojava gelekî Apocî ye. Ev gel li hember tu hêzê serê xwe natewîne, encax li hember şehîdan serê xwe ditewîne.”
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yusiv jî axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û diyar kir ku heta mafên hemû gelan di destûrê de werin misogerkirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Zîyareta şêniyên Qamişloyê ya ji bo konê sersaxiyê didome.



