Li Kobanê YPJ’ê û Meclisa Jinan a PYD’ê bi beşdariya 80 jinan komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de, jinan li ser wê yekê piştrast kir ku rola YPJ’ê di parastina jinê de, roleke bingehîn e.
Komxebat bi dirûşma “Di bin ala Yekîneyên Parastina Jin de yekbûna jinên sûriyeyî ji bo azadî, edalet û wekheviyê” pêk hat.
Li wir hevseroka PYD’ê ya kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl behsa fedekarî û tekoşîna YPJ’ê kir.
Her wiha Fermandara YPJ’ê Rewşen Zana destnîşan kir ku YPJ xwedî bingehe û çandeke herî berxwedêr e û ji bo jinên li Sûriyê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.



