Konferansa damezrîner a Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina hevserokan, meclisa giştî û gelek biryaran bi dawî bû.
Konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan a bi dirûşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, kesayetên olî, akademîsyen, nivîskar, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û metranê Cizîr û Firatê ê Suryanên Ortodoks Mar Morîs Emsîh amade bûn.
Di konferansê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê TEV-DEMˊê Ebduselam Mehmûd û hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn axivîn.
Dûre rapora 2 salan a yekitiyê hat xwendin, nîqaşên der barê rêziknameyê de, çawaniya pêşxistina yekitiyê hatin kirin.
Piştî erêkirina li ser rêziknameyê, hilbijartinên hevserokatiyê û meclisa giştî hatin kirin. Nezhan Mehmûd û Fikret Xelîl Ebdealo bûn hevserok û 10 endam ji bo Meclisa Giştî hatin hilbijartin.
Di dawiya nîqaşan de encanameyek hat dayîn û wiha ye:
Birêxistinkirina bazara xwecihî li gorî komîte û beşan ji komînan bigire heta bi kantonan.
Piştgiriya jin û ciwanan di pêşxistina beşdarî, avakirina aborî, geşepêşdan û pêkanîna xwetêrkirinê de.
Belavkirina çanda hişyarî û bexişandinê di nava tevahî civakê de.
Xebitîna li ser projeyên aborî yên dikevin xizmetî gel.
Temsîlkirina yekitiyê li pêş aliyên eleqedar ji bo misogeriya mafên karkeran û parastina wan.
Xebitîna li ser avakirina têkiliyên dîplomasî yên civakî di hundirê Sûriyeyê û derveyî wê de.



