Li bajarê Hesekê yekemîn konferansa Yekîtiya Esnafan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Di Konfernasê de awayê birêxistinkirina bazirganiyê û bi taybet rêxistinkirina kar û xebatên jinan di bazirganiyê de hatin nîqaşkirin.
Li bajarê Hesekê Yekîtiya Esnafan yekemîn konferansa xwe li dar xist.
Konferans bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” pêk hat.
Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.
Di konfrasê de, rapora 2 salan a yekitiyê hat xwendin û nîqaşên der barê rêziknameyekê ku karê yekîtiyê bide pêşxistin hate nîqaşkirin.
Her wekî pêşxistina rola jinan ya di kar û xebatê yekîtiyê de hate nirxandin û ji bo wê Meclisa Jin di yekîtiyê hat avakirin.
Piştî erêkirina li ser rêziknameyê, hilbijartinên hevserokatiyê û meclisa giştî pêk hat.
Di encamê de, Nezhan Mehmûd û Fikret Xelîl Ebdealo bûn hevserok û 10 endam ji bo Meclisa Giştî hatin hilbijartin.
Di dawiyê de encanameya konferansê wiha hate eşker kirin:
- Birêxistinkirina bazara xwecihî li gorî komîte û beşan ji komînan bigire heta bi kantonan.
- Piştgiriya jin û ciwanan di pêşxistina beşdarî, avakirina aborî, geşepêşdan û pêkanîna xwetêrkirinê de.
- Belavkirina çanda hişyarî û bexişandinê di nava tevahî civakê de.
- Xebitîna li ser projeyên aborî yên dikevin xizmeta gel de.
- Temsîlkirina yekitiyê li pêş aliyên eleqedar ji bo misogeriya mafên karkeran û parastina wan.
- Xebitîna li ser avakirina têkiliyên dîplomasî yên civakî di hundirê Sûriyê û derveyî wê de.



