Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Ebdil Cixêf û şehîd Medyen Selman Ebûd ên ku li di 3ˊê Mijdarê de şehîd bûbûn konên sersaxiyê vedan
Konên sersaxiyê li gundên Qebir Xesîs û Simêhan Şerqî yên girêdayî Til Birakê hate vedan.
Di merasîmê de xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Li bin kon Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdullah El Setam sersaxî ji malbatê re xwes û destnîşan kir ku ew wek hevrêyên şehîd dê di oxira doza xwe ya adilane de fedakariyên xwe bidomînin.
Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Salar Mihemed soza şopandian rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Medyen Ebûd ê li gundê Simêhan Şerqî jî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ferhe El Bekir axivî û
sersaxî ji malbata şehîdan her du şehîdan re xwest.
Merasîma sersaxiyê bi xwendina wesîqeyên her du şehîdan bi dawî bû.



