Rûsyayê biryar da ku çekên nukleerî yên nû biceribîne, wekî hincet jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan da.
Rûsyayê di meha Cotmehê de herî kêm sê caran çekên nukleerî ceribandin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî ev wekî hincet nîşan da û ragihand ku ew ê jî dest bi ceribandinên nukleerî bike.
Li gorî daxuyaniya ji Kremlînê, Serokê Dewleta Rûsyayê talîmat daye endamên Konseya Ewlekariyê ku ji bo amadekariyên ceribandinên nukleerî xebatên pêwîst bên meşandin.
Pûtîn di axaftina xwe de wekî hinceta vê biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan da.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê jî wekî hinceta ceribandinên çekên nukleerî yên Rûsyayê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwe ji Hevpeymana Fuzeyên Antî-Balîstîk, Hevpeymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla Navîn û Hevpeymana Asîmanên Vekirî kişandiye.



