Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dizîna zeytûnên Efrîniyan dewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 4 Mijdar’ê çeteyan berhema zeytûnan yê bajarokê Bilbilê dizîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê navê kesên ku baxçeyên wan hatin e dizîn eşkere kir .
Rêxistinê diyar kir ku bexçeyên Mistefa Ehmed Çolaq, Yehya Seydo Horo, Mistefa Ehmed Meimiş,
Mihemed Îsa Meimiş, Behrî Xelîl, Menan Qadir Seydo, Xelîl Nûrî Horo hatie dizîn .
Her wekî serçeteyê bi navê “Ebû Cuma” tevî “Ebdulhefîz Berekat” destê xwe danîn ser berhemê gelek welatiyên gundê Hesendêra .
Li Şehbayê çeteyan baxçeyek zeytûnan desteser kirin
Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê jî baxçeyekî zeytûnan desteser kirin.
Rêxistinê ragihand ku çeteyan nehiştin welatiyê bi navê Ebd El-Celîl yê ji gundê Neyrebiyê a girêdayê Şehbayê zeytûnê xwe biçîne.
Her wiha rêxistinê da zanîn ku çeteyan 200 darên zeytûnan yên welatiyê navborî birîn û xwediyê erd qewtand.



