Di êrişa Amerîkayê ya li Yemenê de koordînatorê di navbera El Qaîde û Hûsiyan de hat kuştin.
Li gorî çavkaniyekî ewlehiyê yê Yemenî, serkirdeyekî El Qaîdeyê yê bi navê Ebû Mihemed El Senanî, di êrişeke Amerîkayê ya li baregeheke El Qaîdeyê ya li Wadî Ubeyda ya rojhilatê Meiribê de, hat kuştin.
Heman çavkanî diyar kir ku Ebû Mihemed El Senanî yek ji koordînatorên herî girîng yê di navbera El Qaîde û Hûsiyan de bû.
Her wiha Dadgeha Sûcê li Heder Mot darizandina 57 kesên bi tohmeta tevlêbûna li nava El Qaîdeyê da destpêkirin.



