Siyasetmedar Semîr Neşar di warê rewşa Sûrî de axivî.
Semîr Neşar diyar kir ku tişta heta niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kiriye, ne li gorî rastiya rewşa Sûriyeyê ye.
Her wiha da zanîn ku modela federal ji bo Sûriyeyê ya herî guncaw e.
Siyasetmedarê Semîr Neşar da zanîn ku li şûna lidarxistina “formeke diyalogê” diviyabû kongreyeke neteweyî bihata lidarxistin.
Bi gotina wî forma guncaw ji bo siberoja Sûriyeyê “dewleta federal” e û got:
“Ez Helebê wek modeleke ji bo nenavendîkirina federal dibînin.
Her wiha perav, Hema, Hums û herêma Cizîrê jî; divê ev pergal ji bo tevahiya axa Sûriyeyê were pêkanîn.”
Wî da zanîn ku têgihaştineke şaş li ser têgeha “dewleteke federal” heye.
Ji ber ku ew pir caran wek hewldaneke ji bo parçekirinê tê famkirin.
Dikarim bêjin dewleta federal modeleke yekitiya neteweyî ye.
Neşar bang li civak û kesên serbixwe kir ku nasnameya Sûriyeyê bi wateya wê ya herî fireh bidin nîşandan.



