Akademiya şehîd “Dilgeş Efrîn” dewreyeke nû ya hêzên komandos ên QSD’ê bi dawî kir.
Bi merasîmeke leşkerî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê dewreya nû ya bi navê Rêdûr Helinc bi dawî bû.
53 şervan piştî perwerdeyên leşkerî û ramyarî ji akademiyê derçûn.
Şervanên beşdarî perwerdeya bikaranîna çekên sivik û navîn birin.
Lê zêde fêrî rêbazên û taktîkên şerê nûjen bûn.
Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Komandosê beşdarî merasîma bidawîbûna dewreyê bûn.
Şervanên derçûyî şêwaz û taktîkên leşkerî yên ku di perwerdeyê de nas kirine, di marasîmê de pêşan dan.



