Hêzên Amerîka û Erebistana Siudî ji do amadekariya şerkî mohtemel li herêmê, dest bi tetbîqatan kirin.
Her wiha Amerîka ji bo firotina 48 balafirên F-35 ji bo Erebistana Siudî dest bi pêvajoyekî kiriye.
Li aliyê din Hêza hawayî ya Îsraîl û Yunansitanê tetbîqatên hevbeş pêk anîn.
Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a di navbera hêzên bejayî yên Erebistana Siûdî û Amerîkayê de duh li baregeha leşkerî ya Fort Irwin dest pê kir.
Armanca tetbîqatê ew e ku amadekariya operasyonel zêde bike, pisporiyê biguhezîne û operasyonên hevbeş di hawîrdorên şer ên cûrbecûr de entegre bike.
Baregeha leşkerî ya Fort Irwin a mezin, ku bi qasî hezar û 200 mîlên çargoşe vedihewîne, li navenda Çola Mojave di navbera eyaletên Kalîforniya û Nevada de ye.
DYA plan dike ku 48 balafirên f-35 bide Erebistana Siûdî
Li gel vê yekê Amerîka pêşniyara Erebistana Siûdî a ji bo kirîna 48 balafirên şer ên F-35 sixte rojeva xwe.
Rayedarên Amerîkî dibêjin ku Wezareta Parastinê (Pentagon) bi mehan e li ser vê pêşniyarê dixebite.
Li gorî agahiyan, pêşniyar, ji Pentagonê re hatiye şandin, ji aliyê rayedarên payebilind ên di nav wezaretê de tê nirxandin.
Biryara dawî ya firotanê dê pejirandinên din ên asta kabîneyê, agahdarkirina Kongreyê û îmzeya Donald Trump hewce bike.
Di raporê de tê gotin ku hikûmeta Erebistana Siûdî ji bo kirîna balafirê rasterast bi Trump re têkilî danîye.
Bryar e ku Prensê Siûdî Muhammed bin Selman di 18’ê Mijdarê de serdana Qesra Spî bike.
Li gorî agahiyan, pêvajoya firotinê bi lez tê kirin, berî civînê jî bi leztir bibe.
Analîz nîşan dide ku hikûmeta Riyadê bi salan e li dû van balafirên şer e da ku hêza xwe ya hewayî modernîze bike.
Erebistana Siûdî piştî ku Washingtonê vekirîbûna xwe ji bo pêşxistina hevkariya parastinê bi Riyadê re nîşan da, pêşniyara xwe ya ji bo balafiran ji nû ve pêşkêş kir.
Artêşa Îsraîlê tetbîqatek hewayî ya hevbeş bi Yewnanistanê re li dar xist
Li aliye din artêşa Îsraîlê ragihand ku wan tetbîqatek hewayî ya hevbeş bi hêza hewayî ya Yewnanistanê re li dar xistiye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku tetbîqata hewayî ya hevbeş bi Îsraîlê re li Yewnanistanê îro bi dawî bûye.
Hat ragihandin ku tetbîqata ku roja Duşemê bi beşdariya bi dehan balafirên şer ên Îsraîl û Yewnanistanê dest pê kir, tetbîqatek dagirtina sotemeniyê ya hewayî jî di nav xwe de digirt.
Tetbîqat firîna operasyonel û dagirtina sotemeniyê ya balafirên şer ên dûr-menzîl simulasyon kir.



