Abbas Eraqçî got ku ew bernameya moşekî ya welatê xwe naxin rojeva danûsitendinan.
Hem wextê wê Sekretetê giştî ya Ajansa atomî hişyarî da Îranê, ger Îranê hevakariyê neke welatên Rojavayî wê êrîşî Îranê bikin.
Îranê bernameya xwe ya moşekî ji lîsteya mijarên vekirî yên danûstandinê bi Rojava û Amerîkayê re derxistiye.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî teqez kir ku welatê wî ji bo danûstandinên nukleerî amade ye.
Eraqçî diyar kir, bêyî ku behsa mijarên moşekan bikin em dikarin danûsitandinan bikin.
Abas Eraqçî destnîşan kir ku welatê wî ji bo danûstandinên nukleerî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş amade ye.
Her wiha rêveberê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi got ku hevkariya Îranê bi mufetîşên navneteweyî re divê demek beriya demekê dest pê bike da ku welatên Rojava êrîşî Îranê nekin.
Grossi teqez kir ku hevkariya Îranê hîn jî sînordar e, û tesîsên sereke yên nukleerî ji bo vekolîna navneteweyî girtî ne.
Grossi got:
“Îran nikare şer ji xwe re bike hincet ku ji ajansê re nebe hevkar.”


