Li Fîlîpînê bagera Kalmagî li sersanserî welêt wêraniyek mezin li pey xwe hişt.
Li gor agahiyên dawî di bagerê de herî kêm 140 kes mirin.
Her wiha bahoza Melissa jî bandora xwe li Kuba, Haîtî û Jamaîkayê dike.
Li Haîtî û Jamaîkayê ji ber bahozê herî kêm 75 kes mirin.
Bagera Kalmaegî ya ku li Fîlîpîniyê xist, bû sedema ku li seranserê welêt wêraniyek mezin rû bide.
Rayedaran, ragihandin ku di encama Bagera Kalmaegî de herî kêm 140 kes mirine.
Hat diyar kirin ku gelek bajar û gund di bin avê de mane û bi hezaran kes bê mal bûne.
Li eyaleta Cebu bajar bi tevahî di bin avê de man, wesayît û konteyner li ber avê çûn.
Mirovên ku hewl dan xwe ji lehiyê rizgar bikin, neçar mane ku li ser banan bi cih bibin.
Li Liloanê herî kêm cenazeyê 35 kesan hatin derxistin. Gelek banî ji ber bagerê ketin û tax di nava heriyê de man.
Li Girava Negros jî barana dijwar çalên li dora Volkana Kanaonê xist tevgerê.
Ji ber ava heriyê ku bajar tev di bin de ma, bû sedem ku 30 kes li vir bimirin.
Şeş wezîfedarên ku di helîkoptereke leşkerî de ji bo rizgarkirinê çûbûn herêmê ket xwarê û hemû wezîfedar mirin.
Li gor agahiyên rayedarên welêt li seranserê welêt zêdetirî milyonek û 951 hezar kes ji bahozê bandor bûne.
Li zêdetirî 5 hezar taxan, û zêdetirî 127 hezar malbatên koçber li 4 hezar û 933 navendên valakirinê dimînin.
Ji aliyê din ve guherîna avhewayê, Bahoza Melissa ya ku bi taybetî li Kubayê û Jamaîkayê bandor li Karayîban kiriye, hê tundtir û wêranker kir.
Zanyaran, analîzek pêwendiyê derbarê bandora guherîna avhewayê li ser Bahoza Melissa weşand.
Lêkolînê, 20 zanyarên ji zanîngeh û saziyên meteorolojiyê yên Brîtanya, Kubayê, Jamaîkayê, Îrlandayê, Hollandayê û Amerîkayê pêk hat.
Li gorî analîzê, guherîna avhewayê ya ku tevgerên mirovî zehmet kiriye, leza bayê û mîqdara baranê ya Bahoza Melissa zêde kir.
Bahoze, ji herêmekê ku 2,6 mîlyon Jamaîkî û 3,8 mîlyon Kubayî lê dijîn derbas bû û nifûsa li wir xist bin bayekî pir xurt û wêranker.
Li haîtî û jamaîkayê hejmara miriyan gihişt 75’an
Her wiha, li Haîtî û Jamaîkayê hejmara kesên di karesata lehiyê ya ku Bahoza Melissa çêkir de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 75’an.
Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de, Bahoza Melissa ya ku ji dawiya cotmehê ve li Haîtî, Jamaîkayê û Kubayê bandor dike, bû sedema windahiyên can û malan.
Rêveberiya Parastina Sivîl a Haîtî ragihand ku li seranserê welêt 43 kes di bahozê de jiyana xwe ji dest dane û 7 kes winda ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 11 hezar û 952 xanî di bin avê de man, 176 xanî bi temamî hilweşiyan û 4 hezar û 257 xanî bi astên cûda zirar dîtin.
Li Kubayê hêj hejmara miriyan nehat ragihandin, lê li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, li 4 eyaletên welêt nêzîkî 2,2 mîlyon kes ji bahozê bandor bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Kubayê zirarên cûda li nêzîkî 60 hezar xaniyan çêbûn û zirar li 461 nav
Bahoza melissa bandora xwe li ser karayîban didomîne
endên tenduristiyê û hezar û 552 dibistanan hat qeydkirin.



