Yekitiya Cotkaran a Kantona Dêrazorê civîneke berfireh bi cotkarên bajarê Hecînê re li dar xist. Di civînê de zehmetiyên di qada çandiniyê de hatin nîqaşkirin û ji bo dema bê pêşniyar û plnasazî hatin pêşkêşkirin. Desteya Çandiniyê soza bicihanîna pêşniyaran da.
Yekitiya Cotkaran û Desteya Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê civîneke berfireh bi cotkarên bajarê Hecînê re li dar xist. Di civînê de daxwaz û pêşniyarên cotkaran hatin girtin.
Di civînê de bi dehan cotkarên bajêr û endamên Yekitiya Cotkaran, rêxistinên civaka sivîl, saziyên sivîl, komeleyên çandiniyê û Desteya Çandinî û Avdanê beşdar bûn.
Di serî de hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantonê Rîm El Faris li ser qonaxa siyasî ya heyî axivî û girîngî bi mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê bê destwerdanên derve, da.
Hevseroka Yekitiya Cotkaran a kantonê Sece El Hiwêdî got ji dema damezirandina yekitiyê ve di 2020’an de, gavên mezin ji bo rêxistinkirina çandiniyê û xurtkirina cotkarên herêmê hatine avêtin.
Piştre cotkaran pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya xwe yên ji ber kêmbûna av, sotemenî û amûrên çandiniyê anî ziman û diyar kir ku divê komeleyên çandiniyê li gorî sîstemên nû werin nûkirin û karê hevbeş were pêşxistin.
Cotkaran daxwaza peydakirina semad û tov û pêşkêşkirina qerzên mewsimî ji bo berfirehkirina rûberên çandiniyê di mewsima bê de, kir.
Hevserokê Desteya Çandiniyê ya kantonê Hesen El Celûd got deste dê pêşniyaran lêkolîn bike û ji bo piştgiriya mewsima bê ya zivistanê li gorî derfetên heyî amadekariyê bike.



