Şêniyên bajarê Til Koçerê piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da û got ji bo çareserkirina krîzan diyalog û dan û standin baştirîn rêbaz e.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh bi şêniyên bajarê Til Koçer û gundewarê wê yê kantona Cizîrê re li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî hatin şîrovekirin û îşaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hate kirin.
Di civînê de bi dehan şêniyên bajêr, rûspiyên eşîrên Ereb, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî amade bûn.
Di serî de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebduselam Ebas li ser geşedanên siyasî axivî û diyar kir Rojhilata Navîn li gorî berjewendiya dewletên hegemon ji nû ve tê sazkirin û ji bo wê jî divê gelên herêmê yekitiya xwe xurt bikin û li gorî qonaxê tev bigerin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.
Ebas got projeya neteweya demokratîk serkeftina xwe di yekkirina gelan û parastina destkeftiyên wan de îsbat kir û got: “Hevgirtina pêkhateyên gelan bi QSD’ê re têkbirina gefan û hewldanên derxistina fîtneyan misoger dikin.”
Di dawiya civînê de beşdaran girîngî bi diyalogê wek rêbaza çareserkirina krîzan da û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da.



