Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehmed El Xelef têkildarî girtina rêya Selemiye-Tebqayê û rêya Dêr Hafir-Helebê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve axivî.
Ehmed El Xelef diyar kir ev biryar wek rêbaza zexta siyasî ya li dijî berjewendiya nîştimanî tê dîtin.
El Xelef diyar kir ku di encama girtina rêyan de tevgera nexweş û xwendekaran hat astengkirin û got:
“Ev rê ji bo gelê Sûriyê damarên jiyanê ne û gel bi hev ve girê dide. Divê ew ji nakokiyên siyasî dûr bimînin.”
El Xelef got ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyêbi diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bawer e, ji ber wê divê hikumeta veguhêz sedemên girtina van rêyan aşkera bike.
Li gorî El Xelef domandina girtina rêyan rewşa siyasî aloztir dike û dabeşbûnê kûrtir dike .
Her wiha Ehmed El Xelef desnîşan kir ku divê qonaxa bê bibe qonaxa rûniştina li ber maseya dan û standinan , li gorî berjewendiya giştî be û bibe qonaxa avakirina Sûriya demokratîk.



