Xwarziyê Rêber Apo Elî Ocalan ku 31’ê Cotmehê bi Rêber Apo re hevdîtina malbatî kirin behsa wê hevdîtinê kir.
Elî Ocalan anî ziman ku Rêber Apo du pênûs weke diyarî dane wan ku radestî civakên Suryanî û Êzidî bikin.
Elî Ocalan derbarê hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî diyar kir hevdîtin li ser daxwaza taybet a Rêber Apo pêk hat.
Elî Ocalan diyar kir Rêber Apo dema hat hevdîtinê du qutiyên diyariyê bi wî re bûn û got,
Elî Ocalan: Rêber Apo pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir
“Qutiya destpêkê vekir, pênûsek jê derxist. Pênûs da keça me Berfîn.
Bawerim pênûsa wî bû. Ji Berfîn re got, hibir tê de nema ye. Pênûseke xweşik bû. Ji qutiyê tizbîyek derxist. Li min nihêrî û got, ‘Di hevdîtina destpêkê de min tizbîyek diyarî te kiribû, vê carê ez ê vê bi xwe re bibim’ û ji qutiyê derxist û xist bêrîka xwe.
Qutiya duyemîn vekir, di hundirê wê de jî 3 pênûs hebûn. Rahişt pênûsan û da Omer. Jê re got, ‘Yek ji bo civaka Suryanî ye, ji bo min diyarî wan bike, silavên min ji wan re bibêje. Ya 2’yemîn tu yê bide civaka Êzidî û silavên min li wan bike. Ya 3’yemîn jî tu yê bide şexsiyetekî û silavên min bibêje’.”



