Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri û Wezîrê wî yê Hindirîn Enes Xetab ji lîsteya cezayên xwe derdixîne.
Ev biryara Meclisa Ewlekariyê li ser daxwaza Amerîkayê pêk tê û ev pêşniyar di 14 dengên erê û bêdengiya Çînê re derbas bû.
Bi vê gavê re, êdî qedexeyên çûnûhatina Ehmed El-Şeri û Enes Xetab ji dewletan re tên rakirin û pêdiviya wan bi destûra Neteweyên Yekbûyî namîne.
Lê belê, ev biryar nayê wateya ku dewlet bi xwe erê bikin, çimkî gelek welat xwedî qanûnên herêmî yên derheqê DAIŞ û El-Qaîdê ne.
Lewra, pêdivî bi wê yekê jî heye ku hemû dewlet guhertinan di lîsteyên xwe çêbikin.
Birîtanyayê El-Şeri û Xetab ji lîsteya xwe derxist
Piştî biryara Neteweyên Yekbûyî, Birîtanyayê ragihand ku ew jî herdu kesayetên ku dîroka wan bi terorê tê pênasekirin, ji lîsteya xwe derdixîne.
Berî wê jî Heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya xwe ya terorê rakiribû.
Hevdemî vê yekê, Yekîtiya Ewropayê difkire heman biryara Meclisa Ewlekariyê bide û El-Şeri û Xetab ji lîsteya cezayan derxîne.
Ev gavên li dû hev berî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û El-Şeri ya li Qesra Spî tên avêtin.
Li tenişta vê yekê, duh Reutersê eşkere kir ku Amerîka xwe amade dike da xwe di baregeheke asîmanî ya Şamê de bi cih bike.
Tevî ku Wezareta Karê Derve ya Şamê ev nûçe li derewê qeliband, lê çavkaniyekî ji Hikûmetê ji Reutersê re got ku dê Hikûmeta Veguhêz serweriya baregeha Amerîkayî bike.
Di navbera gav û helwestan de, çavdêr dibînin ku rêvekirina li ber Ehmed El-Şeri ji ber berjwendiyên welatên rojavayî ye da ku birkarin cihê lingê xwe di Sûriyê de xurtir bikin.



