Îro, Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr hevdîtin li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn pêk anî.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xyê got ku ew pir bi serdana birêz Osman Baydemîr kêfxweş e.
Bi gotina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî wan rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxandine.
Her wekî got ku ew hevdîtineke baş bû û tê de girîngî da piştgiriya xebatên Aştî, Aramiyê û derfetên çareseriya siyasî li Sûriyê û herêmê.



