Sibe li Kolnê meş û mîtîngeke navendî tê lidarxistin.
Tê ragihandin ku wê li vir peyamên xurt ên siyasî û civakî bên dayîn.
Her wiha, sibe wê peyama Rêber Apo jî ji bo raya giştî bê ragihandin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê di 8’ê Mijdarê de meş û mîtîng tê lidarxistin.
Ji derveyî Elmanyayê wê ji Fransa, Hollanda, Belçîka û Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên Kurdan tevlî bibin.
Meş û mîtîng bi navê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” tê lidarxistin.
Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça diyar kir ku ew ê bibin lehî û biherikin Kolnê.
Her wiha ev agahî parve kir: “Di meşê de wê peyama Rêber Apo bê xwendin.”



