Dewleta Tirk biryar derxist Netanyahû û wezîrên Îsraîlî bên girtin.
Li gorî biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî tê de 37 rayedarên Îsraîlî ji ber sûcên “qirkirinê” û “sûcên li dijî mirovatiyê” divê bêne girtin.
Di nava van de Wezîrê Parastinê, Wezîrê Ewlekariya Sînor, Serfermandar û Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îsraîlê jî hene.
Di biryarê de çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê wekî hincet hatin nîşandan.



