Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got ew dixwaze li Budapeşteyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn bibîne. Û wiha dewam kir: “Pirsgirêka esasî ya Rûsyayê ew e ku naxwaze şer bi dawî bike.”
Trump li Koşka Spî Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban kir mêvanê xwe û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Trump got têkildarî îthalata petrolê ji Rûsyayê ew dikarin Macarîstanê di ber çav re derbas bikin û bal kişand ku Macarîstan girêdayî vê enerjiyê ye û wiha domand:
“Zehmet e ku Orban karibe ji devereke din gaz û petrolê bikire.”



