Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê rûniştinên ji bo şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji 86 rûpelan pêk tê, li dar xist.
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo piştî banga xwe ya dîrokî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a li ser bidawîkirina şerê çekdarî û destpêkirina qonaxa siyasî ya demokratîk derxist.
Di manîfestoyê de nêrîneke giştî li ser çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gorî edalet, wekhevî û jiyana hevbeş hatiye pêşkêşkirin.
Armanc van rûniştinan xurtkirina zanabûna endamên komînan û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.
Li bajarê Çilaxa 34 endamên saziyên sivîl tevlî rûniştinên xwendina manîfestoyê bûn û di 4 rojan de hat xwendin û nîqaşkirin.
Kesên tevlî rûniştinê bûn diyar kirin ku Rêber Apo manîfesto ji hegemoniya dewleta neteweyî û avakirina civaka demokratîk li ser bingeha komînan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan, danîn.



