Piştî 34 rojan propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bidawî bû.
Di dema propagandaya hilbijartinê de 848 namzet ji ber binpêkirinan, namzetiya wan hatiye betalkirin.
Bi biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê, dema propagandaya hilbijartinê bidawî bû.
Propagandaya hilbijartinê ya Parlamentoya Iraqê 2-3’yê Cotmehê de destpê kir û 34 rojan dirêj kir.
Hemû aliyan di dema progandaya hilbijartinê de plan, proje û xizmetên di plansaziya xwe ya dema nû ya parlamentoyê de ji gel re ragihandin.
Li gor daneyên fermî, 530 binpêkirin hatine tomarkirin ku ji wan 62 binpêkirin beriya destpêkirina propagandayê bûn.
Biryare 9’ê Mijdarê dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi beşdariya milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê yên Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê, were kirin.
Paşê di 11’yê Mijdarê de dengdana giştî tê kirin ku bi awayek giştî 21 milyon û 404 hezar dengderan mafê dengdanê heye.
Her wiha 31 hevpeymanî (tifaq) 38 partî, 75 namzetên serbixwe ku ji 7 hezar û 769 namzetan pêk tê ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê wê bikevin pêşbaziyê.



