Rêxistina Bijîşkên Sînorneas ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga dabînkirina avê û xizmetên tenduristiyê kir.
Rêxistinê da zanîn ku ew desteka tenduristiyê ji bo klînîkên li Hesekê û Reqayê didomîne.
Seroka bernameya rêxistinê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê Barbara Hessel got, divê fînansekirin û hevrêziya di navbera saziyên mirovî û desthilata xwecih de were zêdekirin da ku domdariya xizmetguzariyên bingehîn were misogerkirin. Barbara bang li hemû aliyan kir ku binesaziya sivîl, nemaze stasyonên avê, li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin.
Rêxistinê da zanîn ku hewldanên hatine kirin hişt ku gihandina avê û lênihêrîna tenduristiyê ji bo şêniyan baş bibe.
Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve (2019) û qutkirina ava stasyona Elokê, li Hesekê pirsgirêka avê heye. Lewre jî şênî neçar dimînin xwe bispêrin jêderên neewle yên avê.



