Rayedarekî amerîkî got Washington plan nake ku hebûna leşkerên xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tenefê ji nû ve binirxîne û destnîşan kir ku dê piştgiriya QSD’ê bidomînin.
Rayedar ji medyaya amerîkî re destnîşan kir ku Washington bi rêya QSD’ê destekê dide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û got: “Armanc pêşîgirtina li ber vegera gefa terorê ye ku hîna li hin herêman dewam dike.”
Rayedar anî ziman ku DYA niha navendeke hemahengiyê mîna yên hevbeş ên ku li hin welatan ava kirine, li Sûriyeyê ava dike.



