Hêzên Îsraîlê bi 6 erebeyan ketin gundê Ofanya yê Quneytîrayê.
Di heman demê de di navbera gundên Semdaniye û Xan Ernebeyê de bendeke kontrolê danîn.
Şevê din tîmek hêzên Îsraîlê bi 6 erebeyên leşkerî ket herêma Hefayîrê û ber bi gundê Ofanyayê yê bakurê Quneytîrayê ve bi rê ket.
Di heman demê de tîmeke din tevî 4 erebeyan bendek kontrolê di navbera gundên Semdaniya Rojhilat û Xan Ernebeyê de ava kirin.
Lê Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha der barê tevgerên hêzên Îsraîlê tu helwest nîşan nedaye.



