Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê bi droneke bombebarkirî erebeyek li naverasta parêzgeha Siwêdayê li erebeyekê xist.Di encamê de, 2 kes birîndar bûn.
Drona çekdarên hikumeta veguhêz erebeyek sivîl li nêzî girtîgeha medenî a li bajêr bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku di bombebaranê de 2 kes birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Gelek caran çekdarên hikumeta veguhêz li eniyên şer yên li derdora Siwêda agirbestê bin pê dikin û êrişî sivîlan dikin.



