Balafirek şer a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir.
Hate ragihandin ku di bombebaranê de kesek hat kuştin.
Balafireke şer a Îsraîlê navbera bajarokên Sewana û Xirbe Selem ên başûrê Lubnanê erebeyek bi modela pîkap bombebaran kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di kesek di erebeyê de bû, di êrişê de jiyana xwe ji dest da û zirarên madî li devera êrişê çêbûn.
Li gorî rojnameya Îsraîl El Yom, rayedarên îsraîlê bi fikar in ku Hizbullah hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Lubnanê xurt bike .
Her wiha diyar kirin ku berdewama van tevgeran dihêle ku Tel Avive toreke din a operasyonên leşkerî pêk bîne.
Girêdayê mijarê, rayedarekî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê got, tevî pêkanînên li ser wê hatine sepandin jî, Îranê îsal nêzîkî milyarek dolar daye Hizbullahê.
Rayedar destnîşan kir ku Washington hewl dide qutkirina fînansekirina Îranê wekî rêbazê zextê li ser Hizbullahê bi kar bîne da ku çek deyne.



