Rûsya careke din êrişî binesaziya Ukraynayê kir.
Hate ragihandin ku di êrişên hêzên Rûsyayê yên li dijî navendên enerjiyê yên Ukraynayê de 7 kes hatine kuştin.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin hêzên Rûsyayê şeva borî li santralên ceyranê yên 2 heremên Ukraynayê xistin û 7 kes hatin kuştin.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha diyar kir ku êriş ne ketober bûn, lê bi plan hatine plankirin.
Her wiha anî ziman ku Rûsyayê bi zanebûn ewlehiya nukleerî ya li Ewropayê dixe xetereyê.
Rayedarên xwecih destnîşan kir ku êriş bi dron û moşekan hatine kirin û di encamê de hin beşên binesaziya ceyranê rûxiyan.
Li gel vê yekê gelek deverên welêt, di nav de Xarkiv û rojavayê Ukraynayê gelek avahiyên sivîlan zirar dîtine.
Waliyê herêma Voronezh a Rûsyayê got, di êrişeke bi dronan a Ukraynayê de ceyran demekê qut bû.
Walî da zanîn ku pergalên şerê elektronîkî hejmarek dron bê bandor kir û şewata ji ber êrişê derketine jî zû hate vemirandin.



