Li Tirkiyê rêbazekî nû ji bo pişaftinê deketiyê ,ew jî avakirina Krêşan ku zakokên 2-4 salî werdigire.
Armanc ji vê pirojeyê ew e ku bişaftin ji tememê biçûk destpê bike.
Têkildarî vê mijarê Mamosteya Dibistana Şehîd Nûjîn Helîm Geverî ku li Wargeha Mexmûr ders dide zarokên Dibistana Dayîkê axivî.
Helîm Geverî diyar kir ku derfetên ku tên avakirin ne ku ji wan hez dikin, hemû ji bo em çanda xwe ji bîr bikin.
Her wiha Helîm Geverî da zanîn ku niha li giştî cîhanê bi taybet li Kurdistanê şerekî taybet di kesayeya jin û ciwanan de li ser civakê tên meşandin û got:
“Hemû hewidanên wan li ser bingehê şikadina civakê ye.
Di her warî de ji bo şikandina jinê û belavkirina ciwanan, her cûre derfetan ava dikin.
Ji bo wê jî divê em di ferqa vê de bin û xwe biparêzin.”



