Îro Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri û serokê DYA’ê Donald Trump li hev civiyan.
100 serkêşên xiristiyan yên amerîkî nameyek şandin ji serokê Amerîkayê.
Di vê nameyê tê xwestin ku Donald Trump kêmneteweyên li Sûriyê biparêze.
Hersed lîderên xiristan di nameyê de bang li Trump kirin ku kêmnetewe û bindestên ku nikarin mafên xwe bidest bixin, biparêze.
Her wiha xwestin ku Donald Trump di vê serdanê de, komkujî û binpêkirinên li dijî kêmneteweyên olî li Sûriyeyê, di nav de Xiristiyan, Kurd, Durzî û Elewiyan, nîqaş bikin.
Birêveberên Xirstiyan ên Amerîkayî daxwaz kirin dergehekî mirovî ji bajarokê Hedir ber bi Siwêdayê ve were vekirin da ku alîkarî bigihêjin şêniyan.



