Yekîtiya Ragihanda Azad ragihand ku ew derbarê zêdebûna berbiçav û sîstematîk a gotinên nefretê bi rêya hin dezgehên çapemeniyê û rûpelên fermî bi fikar in û bang li raydarên hikumeta Veguhêz û aliyên Navneteweyî kir ku bi cidî li dijî van kiryaran bisekine.
YRA’yê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de got ku pêngavên nefretê di nav bêdengiya rayedarên peywendîdar de her diçe zêde dibe.
Her wiha tekez kir ku berdewamiya vê nêzîkatiyê gefê li jiyana rojnamevan û xebatkarên medyayê dixwe.
Her wekî bi teybetî bal kişand li ser diyardeyek xetirnak ku zarokên temen biçûk di van pêngavan de erkdar dikin.
Yekîtiyê bang li Wezareta Ragihandinê ya Rayedarên Veguhêz û aliyên Navneteweyî yên peywendîdar kir ku bi berpirsiyariya xwe rabe.
Û xwest ji bo pêşîgirtina bi karanîna medyayê yên fermî an yên girêdayî wê ji bo weşandina gotinên nefretê, tedbîrên cidî werin girtin û parastina rojnamevan û xebatkarên medyayê ji hemû cûreyên gefê werin kirin.



