Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack ragihand ku Sûriye tev li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bûye û ev kêliyeke girîng di dîroka Sûriyê de ye.
Tom Barrack eşkere kir ku êdî Sûriyê dibe endama 90’î ya Koalîsyona Navnetweyî ya li dijî DAIŞ’ê.
Barrack got ku ev kêliyeke girîng di dîroka Sûriyê û şerê cîhanî yê li dijî DAIŞ’ê ye.
Berî wê jî Balyozxaneya Amerîakyê li Sûriyê piştî civîna Trump – Şeri ragihand ku êdî Sûriyê tev li Koalîsyonê dibe.
Wezîrê Ragihandinê yê Hikûmeta Veguhêz Hemeze El-Mistefa gotibû ku wan hevkariyeke siyasî di warê şerê li dijî DAIŞ’ê îmze kiriye.



