Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de komîteya perwerdeyê ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sermînek li dar xist.
Di semînerê de têgeha tundiyê hat şîrovekirin û hat diyarkirin ku ev yek ne tenê kiryarek e yan bûyerek demkî ye, lê belê tundiya li dijî jinan berdewama zîhniyeta baviksalar û otorîter e.
Hat destnîşankirin ku gava yekem a guhertina pergala civakî û hişmendiya baviksalarî, azadkirina hiş û ramanê ye
Komîteya perwerdeyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê dê sibê û di rojên pêş de jî semînerên der barê mijarê de li dar bixe.



