Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî rewşa jiyanî di hemû aliyan de bi paş ve ketiye.
Siyaseta Tirkkirinê û rêvebirina pêvajoya perwerdeyê ji aliyê çeteyan ve, didomin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundewarên Girê Spî mamoste kêm in.
Di hin fêrgehan de şagirtên ji refa 1 heta 6’an di nav hev de ne.
Carnan hejmara xwendekaran di her fêrgehekê de 50 derbas dike.
Hejmara pirtûkan kêm e û jîngeheke guncaw ji bo perwerdekirina zarokan tune ye.
Li Girê Spî dibistan li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tên birêvebirin
Ev jî ji ber ku pêvajo ji aliyê kesên nepispor ên girêdayî çeteyan ve tê birêvebirin.
Perwerde ji aliyê Meclisa Xwecih ya Girê Spî ve li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tê birêvebirin.
Meclisê mamosteyên girêdayî çeteyan tevî kêmbûna jêhatîbûna wan, wan di dibistanan de erkdar kirine.
Mamosteyên pispor ji kar derdixin, êriş û binpêkirin li dijî mamosteyan tirsek xist dilê wan de ku li ser van tiştan bêdeng bin.


