Li Fezayê tîma taykonot a Çînê ji ber pirsgirêkên teknîkî asê mane.
Ji bo rizgariya wan û vegerandina wan li ser erdê Çîn amadekariyan dike.
Çîn amadekariyên xwe ji bo vegerandina tîma taykonot bo erdê dike.
Ajansa Seferên Fezayê ya Mirovî ya Çînê diyar kir ku xebata ji bo vegerandinê bi rêkûpêk berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî paşxistina mîsyona vegerê, plan û tedbîrên awarte tavilê hatine bicîhanîn.
Analîzên simulasyonê, ceribandin û nirxandinên ewlehiyê yên keştiya fezayê ya Şinjiyang-20 ji bo hêsankirina vegerê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de agahî li ser kengî geşta vegerê wê pêk were nehat dayîn.



